Sunday, December 29, 2019

Ji Bo Bîranîna Nurheq Firat


Ji axa sar nepirse, navnîşanek min heye û ew jî li ba stêrka ye!
Di rûpelên bîranînan de, li salên dûr, li hembêza dayikamin, li vir li wir, li deşt û banîyen welêt, li her derê li te digerim hevalo. Te li kîderêyî kû xwe nîşan nadeyî? Dastana te li kî biprsîm? Li kîjan welêt, li kolanê kîjan bajarê, an jî rêçkê şûnpêyen te li kîjan şîvrê helgirim? Wan huzêrê kesk, awirên gerim, nêrînên meng kûda çûne, kû her çiqasî digerim te nabînim?
Ji vê şewa bi êş, 5 sal derbaz dibe. Ji vê çûyîna newext 5 demsala payîzê dibihurîn û hê jî em li bendê ne şîrîtê demê şûnda bizivire û qasidan nameyek te, nûçeyek te ji me re bînin. Hezar sal ji derbaz bibe, em li benda nîvîsek te ne. Li bendêne kû te behsa xewnên xwe, hêvîyen xwe û xumxuîna dilê xwe ji me re bikeyî. Têde behsa hemî wan peyîvan bikeyî kû li ber deriye du lêvan eliqîn û derneketin. Deriye dilê xwe ji me re vekeyî. Ji êvare jiwanek ber agirê gerîla dastanek ji bo me bahs bikeyî. Ji derketin ji welêt û carek din zivirina ber bi vê binivîsî. Westiyan, bêhndan, razan, şevbêdarî, birçîbûn, tîbûn û ji wan hemî wêdetir, behsa eşqê xwe ji bo me bikeyî.
Niha te li wirî. Li bilendahiye çiyaye Şengalê. Ji vê derê li deşta Musilê dinêrî û di heman demê de stêrkek agirîn li ezamanê welêtî. Niha tû li wirî û careek din û di serdemek din de, weke Dervêşek din ji deşta Heranê derketî û ji bo soz wateya xwe bibîne, ji bo kû carek din jiyan bê watedar kirin, ji bo kû dagîrkara dilşa nebin û ji bo kû agirê ocaxê Jin-dayika pîroz a vê nîştimanê netemire û neviyen zerdeştê kal azad bijîn, te canê xwe kiriye perjîn. Bûyî derman ji derdan re, devê birînan kevand, rê li serketina fermana 74 girt û bûyî Şehîdek azadiye.
- Em zarokên deşta Heranê ne Hevalo. Ewên kû ji bo şerefa azadiye, ger ne carek hezararan car Edulê fincanê qehwe ji ber destê me vegerîne, lê dîsa em ji soza xwe danakewîn û şûr û mertalan radikeyin û weke baye beze, di serdemek din de xwe digihênîn çiyaye Şengalê. Em zarokên deşta Heranê ne Keko, ewên kû tenê carek soz diden û berdêla vê ger can be jî jê veger tûneye. Ji ber kû em aşiqin. Li ba me eşiq heqîqete û heqîqet jiyanek azad e. Em bi felsefeya jiyana Apoyî mezin bûne, Ji ber vê ye nikarîn xwe li sîha dagîrkarî û tarîtiye bigrin. Hezaran sala xopana vê weleta cihê bezîna hespên suwarçakên Kûrdane û niha di vê serdemê de da 12 siwarîyan xwe bi ramana Pîrê Mezin gurçûpêç kirine, ji ber vê ye mizgîna hêviyek nû ne tenê ji bo Şengal û Kurdistanê, di heman demê ji tevahiya cîhanê re belav diken. Niha roj ji rojavaê vê nîştimanê ji cîhanê radibe. Niha tekoşîma azadî navê jiyana nû a Kurdane û pirtûka berxwedana wan a dîrokî tije ji dastana qehramanî ya bi hezaran Dervêş û Edûle ye. Ew Dervêşn kû bi sûnda mezin sond xwarin, ger Erd bighêjê Ezmanê, ew ji soza xwe venagerin, berdêlê vê çi dibe bila bibe, navek jiyanê heye û ew jî azadaî ye. Ji ber vê Ji axa sar nepirse, navnîşanek min heye ew jî li ba stêrka ye.
Heval Nurheq û hemî ew kesên kû pêşengî ji bo pêşeroja azad a gel kirine di dil de dijîn.
Ji bo bîranîna Heval Nurheq Firat ( Mustefa Kurt) kû roja 23 Kanûnê sala 2014 di berxwedana Şengalê de şehîd ket.

Şiwan Merîwan 2019-12-22

لە کۆتاییدا ئەم چەمە خرۆشانەی کە ناوی ژیانە لە دڵتایی "هیچ" دا ئارام ئەگرێ و لە دوای ئەوەی ئیدی نە دوێنێک، نە ئەمڕؤییەک و نە بەیان...